berpirsekî payebilind ê Amerîkayê day zanîn, Amerîkayê giringiyê dide parastina berjewendiyên xwe yên bingehîn ên ewlehiya neteweyî, ku yek ji wan azadiya hatinûçona li deryaya Sor e.
Hevdem Amerîka daxwazê ji hevpeymanên xwe yên deverê dike ku roleke bingehîn li birêvebirin û çareserkirina pirsgirêkên ewlehiya herêmî de li stu bigrin.
Wî berpirsê payebilind ê Amerîkayê li derheq tenahiya deverê jî got: “Em digel Erebistan û Komara Yemenê li gotûbêja berdewam de ne”.
Axaftinên wî berpirsê Amerîkayê li halekê de ye ku şerê li navbera Hûsiyan û hêzên hikûmeta fermî ya Yemenê û Erebistanê li rojên dawî de gelek tund û zêde bûye, û nigeraniya li ser ewlehiya Tengava Bab El-Mendeb dide xuya.
Erebistanê daxwaz ji Amerîka kiribû ku alîkariya wan bike bi dijî Husiyên Yemenê, lê Amerîkayê bi Erebistanê ragihandiye ku Amerîka niha naxwaze bi awayê rasterast li dijî Hûsiyan operasiyonên serbazî bi rê ve bibin, lê amade ye li warê zanyarî agahiyan û bi armancgirtinê de hevkariyê bikin.