Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêştîyek bazirganî li Tengava Hormozê hate armancgirtin

09:38 - 13 Îlon 2026

Navenda Operasyonên Bazirganiya Deryayî a Brîtanyayê (UKMTO) roja Yekşemî, 22ê Xermananê, ragihand ku keştiyek bazirganî di dema derbasbûnê ji Tengava Hormozê, ji aliyê havêjekek nenaskirî ve hatiye armancgirtin.

Li gorî daxuyaniya (UKMTO) hêşta zaniyariyên zêde li ser rewşa xedemên keştiyê, û asta ziraran û encamên jîngehî yên vê bûyerê li ber dest de nînine û lêkolîn li ser vê bûyerê berdewam in.

Ev bûyer di çarçoveya zincîre êrîşên Komara Îslamî û girûpên niyabetî yên wê ye, ku armanca wan astengkirina ewlehiya rêyên deryayî û givaş xistine ser bazara wizeya cîhanî ye.

(UKMTO) hişyarî da hemû keştiyên bazirganî ku di dema derbasbûna ji Tengava Hormozê re bi baldarî û hişyariya zêde derbasbin.

Ev bûyer tenê rojek piştî wê hat ku (CENTCOM) ragihandibû ku di çarçoveya dorpêçkirina deryayî ya Îranê de, di du mehên borî de rêya derbasbûna 100 keştiyên bazirganî guherandine. (CENTCOM)ê herwisa tekezî kiribû ku ti keştiyek bê îzna Amerîkayê nikare ji vê herêmê re derbas bibe.

Ev destdirêjiyên rejîma Îranê di demekê de ne ku Tengava Hormozê û Bab el-Mendebê wekî du demarên sereke yên veguhastina neft û gazê li cîhanê tên hesibandin.