Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Duyemîn kongireya PWK bi serkeftiyane dawî pê hat

15:17 - 1 Îlon 2026

Li gorî nûçeya ku ji aliyê Partiya Welatparêzên Kurdistanê ji Bakûrê Kurdistanê ve gihaye destê me, Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 30ê Tebaxa 2026an li Amedê 2yemîn Kongreya xwe ya Giştî ya Asayî bi awayekî girseyî li dar xist. Kongre bi tevlîbûna nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek siyasetmedar û rewşenbîran bi rêve çû.

Di beşa yekem a kongreyê de Mistefa Ozçelîk Serokê Gişî ê PWK di derbarê pêvajoya siyasî a Rojhilata Navîn û rewşa her çar parçeyên Kurdistanê de nêrînên partiya xwe anîn zimên.

Di vê kongirê de siyast û stiratêjiya wê partiyê çi al derbasbûyî û çi destnîşankirina hêlên siyaseta pêşerojê keftine ber bas û hatin gengeşe kirin û biryar name li vê derheqê de hatin pejirandin.

Di kongreyê de ji her çar parçeyên Kurdistanê peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin. Di vê çarçoveyê de, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî jî bi peyamekî pîrozbahiyê piştgiriya xwe ji bo 2yemîn Kongreya PWKê nîşan da.

Di encama dengdana endamê kongireyê de, Mistafa Ozçelîk bi yekdengî dîsa wekî Serokê Giştî yê PWKyê hate hilbijartin. Her wiha Meclîsa Partiyê ya nû ku ji ciwanan pêk dihat hate diyarkirin û kongre di rewşekî serkeftî û erênî bi dawî bû.