Li gorî nûçeyekê ku geheştiye, caş û bikirêgirtiyên rejîmê li bajarê Pîranşarê dadane ser malbata çend pêşmergeyek hizba Demokrat û tevî çêkirina rewşa tirs û xofê û xisargihandina bi navmalên wan, û bi lêdan û kutanê û reftara hovane, çend endamek malbata wan jî birîndar kirine û gefa kuştinê jî, ji wan kirine.
Gorî zaniyariyan demjimêr 4 û nîvê Sipêdeha roja Şemî yê, caşên rejîmê êrîş kirine ser mala bavê pêşmergeyek Kurdistanê, bi nave Aram Gerdî lê xistine û tevî agirberdana mala bavê navbirî, dê û bav û çend endamek din ê malbata navbirî îşkence dane, ku bi sedema lêdanên dijwar bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.
Hevdem, ew caş û kirêgirtiyane rijiyane ser mala birayekî Mihemed Yûsifî naskirî bi Mihemed Balldar, pêşmergê Kurdistanê û birayekî navbirî bi sedema lêdan û kutana hovane ya caşan, bi dijwarî birîndar bûye û xisarek zêde jî gihandine tişt û navmala navbirî.
Li heyama çend mehên derbasbûyî de, navendên bi nav ewlehî ên rejîmê û caş û kirêgirtiyan, givaş bi dijî malbatên kesên siyasî ê li derveyî welat û kadr û pêşmergeyên Hizba Dêmokrat, zêde kirine û berdevamin li ser givaş û azar û ezyeta wan malbatan.