Li parlementoya Ustraliya civînek ji bo rêzgirtina li bîranîna Jîna Emînî û pîrozkirina çaremîn salvegera tevgera Jin, Jiyan, Azadî tê lidarxistin.
Di vê civînê de ku roja Sêşemê, 24î Xermananê (15î Îlona 2026an) tê lidarxistin, peyama rêzdar Kak Mistefa Hicrî, sikirêtê giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, li hundirê parlementoya Ustraliyayê di amadebûna hejmareke senator, parlementer, siyasetmedar û berpirsên Ustraliyayê û nûnerên beşek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de tê pêşkêşkirin.
Di wê simînarê de ji bilî peyama sikirtêrê giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, axaftina çend senator, parlementer û nûnerên beşek ji partiyên Rojhilat û opozîsyona Îranê jî dê bêne pêşkêşkirin.