Navenda Rêxistinên Medenî ên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo mangirtina giştî ya roja 25ê Xermananê ragihand ku ji aliyê Hevpymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê ve hatiye bangkirin. Ev mangirtin bi armanca bîranîna çaremîn salvegera destpêkirina serhildana girseyî ya "Jin, Jiyan, Azadî" û rêzgirtina ji şehîdên azadiyê tê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev tevgera dîrokî ku ji Kurdistanê ve dest pê kir û piştre tev bajar û nawçeyên Îranê girt, li hember desthilata dîktator û tepeserkar a Komara Îslamî ya Îranê şoreşekî mezin bû. Ev tevger bû sembola xebateke nûjen di dîroka azadîxwaziya gelê Kurd û tev mirovahiyê de.
Navenda Rêxistinên Medenî bang li hemû xelkê welatparêz, jin, ciwan, xwendekar, mamoste û hemû qat û parên civakê dike ku di 25ê Xermananê de bi girtina dukan û bazaran beşdarî vê mangirtina giştî bibin. Ev beşdarbûn dê peyameke xurt bide rêjîmê ku girtin, îşkence û darvekirin nikarin îradeya xelkê azadîxwaz bişkînin.