Endamê û alîgirên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û ciwanên şoreşvan ên Rojhilatê Kurdistanê li devedevê 26ê Xermananê, salvegera şehîdkirina “Dr. Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî ji aliyê terorîstên rêjîma Îranê li bajarê Berlînê ku bi terora Mîkonosê hatiye navdêrkirin, yad û navê wan Şehîdên Kurdistanê bi bilind radigrin.
Li bajarê Bane, Bokan, Mihabad, Seqiz, Merîwan, Sine, Seqiz, Pîranşar, Serdeşt, Şino û bi giştî tev bajar û nawçeyên Rojhilatê Kurdistanê de li nav kolan û şeqaman de, li ser rêke û pire û bilindahiyan, li cihên giştî de, bi awayekî berfireh wêne û postêrên şehîdan hatine belavkirin û çalakî bi rê ve çone.
Bi gist li piraniya bajar û nawçeyên Rojhilatê Kurdistanê de xelkê Kurdistanê û emegdarên rêbaza şehîdan, û bi taybet endam û alîgirên hertim amade yên Hizba Dêmokrat bi kar û çalakiyên xwe yên teblîxî, xêncî rêzgirtin û bîranîna şehîdên xwe, vê peyamê jî didine dijmin û rêjîma dagîrker a Îranê ku, ger bi terorê kariye rêberên gelê Kurd bi ceste jiê bistîne, lê rih û hizr û rêbaza wan îro di nava xwîn û rih û ramana her Kurdekî welatparêz de ye.
Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat tevî encamdana çalakiyên teblîxî li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê û bilindragirtina nav û yada wan şehîdan, peyman digel rêbaza Dêmokrat û Şehîdên Kurdistanê bo berdewamkirina doza wan heta gihîştin bi encamê, nû dikin.