Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Korbenda Zagrosê piştgiriya banga mangirtina 25ê Xermananê kir

10:47 - 14 Îlon 2026

Korbenda Hevkariya Zagrosê bi hilkefta çaremîn salvegera şehîdbûna Jîna Emînî û destpêka tevgera “Jin, Jiyan, Azadî”, daxuyaniyek belav kir.

Di vê daxuyaniyê de, Korbendê tevî rêzgirtin ji şehîdan, piştgîriya xwe ji bo banga hevpar a hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtina seranserî ya 25ê Xermananê nîşan da.

Ev rêxistina medenî amaje bi vê yekê kir ku şehîdbûna Jîna Emînî bûye xala veçerixana dîrokî û bandordar di têkoşîna medenî ya xelkê Kurdistan û Îranê de.

Di pêvajoya vê serhildanê de, hejmareke mezin ji welatiyan li Kurdistanê û herêmên din yên Îranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin şehîdkirin û birîndarkirin, an jî ketin bin lêpirsîn û îşkenceyan û hatin binçavkirin.

Korbenda Hevkariya Zagrosê amaje bi vê yekê kir ku bîranîna hemû qurbaniyên rêya azadî û rûmeta mirovahiyê, hêjayê rêzgirtineke berdewam e.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, li ser mafên bingehîn û mirovî yên welatiyan ji bo azadiya gotinê, pêkanîna kombûnên aştiyane, damezrandina rêxistinan û lipeyketin bo daxwazên siyasî û civakî bi awayek medenî û dûr ji tundûtûjiyê, tekez hate kirin.

Korbenda Hevkariya Zagrosê, daxwaz ji tev xelkê Kurdistanê kir ku beşdarî mangirtina giştî a 25ê Xermananê bibin ku nîşan û peyama yekitî û yêkdengiya gelê me dide xuya.