Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encûmena Pîşeyî a Mamosteyên Kurdistanê, bi hilkefta salvegera şoreşa Jînayê daxuyaniyek belav kir

10:48 - 14 Îlon 2026

Encûmena Pîşeyî a Mamosteyên Kurdistanê, Azadiya takekesî, wekheviya Civakî, Kerameta Mirov û Mafê diyarîkirina çarenivîsê ji amancên tevgera jînayê bûn.

Encûmena Pîşeyî a Mamosteyên Kurdistanê li Sine, Seqiz, Merîwan, Sewllawa û Zîwiye, bi hilkefta 4emîn salvegera şehîdkirina Jîna Emînî û şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, daxûyaniyek belav kir û ragehandin ku tevgera Jînayê bûye sedema dubare pênasekirina peywendiyên siyasî û civakî li ser bingeha mafê wekhevî a hemû welatiyan û qadên cuda ên civakê.

Li vê daxuyaniyê de hatiye: Ger canjidestdana Jîna Emînî, bi sedema hicabê ve ku îro zêde asayî û adet e, şoke û tal bû, lê tevgera Jînayê tenê karvedanek nerizatî nebû, belkî nîşandana nerizatiya kûr li dirêjeya dehan salan de li nava parên cuda ên civaka pirengiya Îranê de çê bibû.

Herwisa li warê tevgera Jînayê de hatiye, cudahiya tevgera Jînayê ligel piraniya tevgerên pêş xwe de ev bû ku, êdî tenê rû li navend û çaksazî li pêkhateya desthilatê nebû, belkî nûneratiya wan daxwaziyane derkir ku li heyama sed salên derbasbûyî de, li encama dîda ewlehî û gotarên navendgerayî, hatine piştguh xistin yan li meydana giştî de hatine reşkirin.

Herwisa li warê rola jinan li vê tevgerê de hatiye ku, jin ne tenê wekî yek li qatên nerazî, belkî li piraniya deveran bûne hêza pêşeng a nerizatiyan, û bûn beşek ji xweragirî û tevgerê.