Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna semînarekê bo bilindragirtina yada şehîdên Mîkonosê li Siwêdê

13:23 - 14 Îlon 2026

Roja Şemî 21ê Xermanana 1405an, Komîteya Giştî a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li Siwêdê semînarek bo rêzgirtin li şehîdên Mîkonosê li bajarê Sitokholmê pêk anî.

Destpêkê Qadir Mêhfer bixêrhatina beşdarbûyan kir, û semînarê bi sirûda Ey Reqîb û ragirtina bistek bêdengî bo rêzgirtin li şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştre Nebez Elîdûst Berpirsê komîteya giştî a hizbê li Siwêdê li axiftinekî kurt de bixêhatina mêhan û beşdarbûyan kir.

Rêzda Dr. Husên Xelîqî kesayetiyê siyasî, nivîskar û lêkolerê diyar ê rojhelatê Kurdistanê wek yekem korgêr dest bi behsên xwe kir.

Behsa Dr. Xelîqî li jêr nave Terorkirina Dr. Şerefkendî, xisar û zirarên bo ser hizba dêmokrat û bizvînera rizgarîxiwaziya Kurdistanê li Rojhelatê Kurdistanê de bû.

Navbirî li beşek li gotinên xwe de got, yadkirina Dr. Seîd peywendî bi vê rewşê ve heye ku em îro li rojhelata Naverast de dibînin, behsa rola bi bandor a şehîd Dr. Seîd li xwendin û pêşbîniya bûyeran de kir ku mixabin Komara Îslamî rê neda Hizba Dêmokrat pitir li lêhatiya wî nemirî behremend bibe.

Pişre Dr. Îdrîs Ehmedî behsek di vê semînarê de pêşkêş kir, piştî hinge kurteyek li jiyannameya şehîd Dr. Seîd ji aliyê birêvebrê bernamê ve hate xwendin.

Çend peyam bo wê yadê hatibûn ku ew bûn,

Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê-PJAK

Yeketiya jinên Demokrat a Kurdistana Îranê

Sazimana Xebat a şoreşgêrên Kurdistanê- Komîteya Siwêdê

Konfîdrasiyona Rewenda Kurdistanî

Li kora sêyem a semînarê de jî Pêşewa Elîpûr Cihgirê Kumîteya Navendî a Hizbê, axiftineke tomar kirî li jêr navê, girîngiya xebata netewî ji aliyê şehîd Dr. Şerefkendî, pêşkeş kir.