Piştî belavbûna banga mangirtina giştî ya 25ê Xermananê ji aliyê Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê ve, rejîmê li Seqizê û çend bajaranên din, bi lezgînî hemû serokên esnafan yên wan bajaran gazî kirine û gef li wan xwariye.
Di vê gazîkirinê de, dezgehên ewlehî û Stada Krîzê ya rejîmê gef ji bazariyan xwariye ku bi ti awayî mangirtin nabe hebe û divê hemû bazarî, dukandar û kasibkar bên agahdar kirin.
Çavkaniyeke agahdar ragihand ku rejîm ji niha ve hemû navend û dezgehên pêwendîdar agahdar kirine û ji niha ve tirs ketiyê dilê wan û bi eşkereyî xuyaye ky hêza yekgirtî ya xelkê Kurdistanê, rejîm tirsandiye.
Hêzên rejîmê di deve deva salvigera tevgera “Jin, Jiyan,Azadî” û bitaybetî piştî banga Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê bo mangirtina giştî li bajarên Kurdistanê ketine rewşa amadebaşiyê û hin bajar hatine militarize kirin.
Hêjayê gotinê ye ku her car xelkê Kurdistanê bersiva banga Hizbên Kurdistanê dane û bi mangirtina giştî, peyamekî mezin a berxwedana Kurdistanê dane rejîmê.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê bang li hemû xelkê têkoşere Kurdistanê û azadîxwazan kir ku roja Çarşemî, 25ê Xermananê, bi daxistina dukan û bazaran û mana li malên xwe de, beşdarî vê mangirtina giştî bibin û hemû bihevre, bi helwêstek yekgirtî nîşan bidin ku gelê me ji her derfetekê ji bo gihiştin bi mafên xwe yên berheq mifahê werdigire û ti carî teslîmî zilmê nabe.