Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li hundirê Îranê êrişên nû kirine ser cîh û baregehên Spaha Pasdaran. Di daxuyaniyekê de ku şeva derbasbûyî hat belavkirin, CENTCOM ragihand ku ev êriş wek bersivekê bûne li dijî hewldanên dawî yên hêzên leşkeriye rêjîma Îranê ku dixwestin keştiyên bazirganî yên li Tengava Hormuzê û hêzên Amerîkayê yên li herêmê bikin armanc.
Media û nûçeyan yên ku ji deng û rengê rêjîma Îranê hatin belavkirin, ev êrîş piştrast kirin ku li bajarên Bender Ebas, Sîrîk û girava Qişmê dengê teqînan hatiye bihîstin. Li gorî zanyariyên destpêkî, li bajarê Sûza yê Qişmê kargehek çekan bûye armanca êrîşan, lê hûrgiliyên xisaran hêj nehatine eşkerekirin.
Donald Tiramp Serkomarê Amerîkayê li daxuyaniyekê de hişyarî da ku heke Komara Îslamî ya Îranê bersiva van êrişan bide, wê bi awayekî pir girantir bibe armanc. Tiramp diyar kir ku ev êriş ji ber hewldana Îranê ya ji bo danîna mînan li Tengava Hormozê û avêtina 8 mûşekan bo ser baregehên Amerîkayê yên li Ordonê hatine kirin. Herwisa wî bal kişand ku êrişa herî mezin hêj di rê de ye.