Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevaniya Ji Banga Mangirtina Giştî Ya 25ê Xermananê

11:08 - 15 Îlon 2026

Du hevpeymaniyên siyasî, anku "Hevpeymaniya Berfireh bo Azadî û Wekheviya li Îranê" û "Kongreya Neteweyên Îrana Federal", piştgiriya xwe ya tam bo banga hêzên siyasî yên Kurdistanê bo mangirtina giştî ragihandin. Ev mangirtin wê roja çarşemê, 25ê Xermananê (16ê Îlonê), çar sal piştî kuştina dewletî ya Jîna Emînî û destpêkirina şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" pêk bê.

Saziyan bal kişandin ku Kurdistanê berê jî nîşan daye ku mangirtin amrazekî herî bihêz e li dijî desthilatdariya Komara Îslamî. Di demekê de ku rejîm bi sêdare, girtin û zextên aborî dixwaze civakê bêdeng bike, ev mangirtin îradeya hevbeş a gel nîşan dide.

Wan du Rêxistinên siyasî bang li hemû gelên Îranê, Kurd, Baluç, Ereb, Turk, Fars û yên dine kir ku tevlî vê çalakiya sivîl bibin. Ev gav ji bo avakirina paşerojeke azad, wekhev û xurtkirina piştevaniya giştî giring e.