Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê Jîna Emînî dibêje: Navê Jînayê ji mala me ya biçûk ve çoye nava hemî mal û welatan

11:16 - 15 Îlon 2026

Amced Emînî, bavê Jîna Emînî, di devedevê çaremîn salvegera şehîdbûna keça xwe de peyamek li ser Instagramê parve kir. Amînî got ku di van çar salan de êş û daxa keça wî ti carî sar nebûye û rawestiyaye.

Wî da zanîn ku Jîna ji bo wan heta her demê ew periya ye ku bi ken û nihêrîna xwe jiyan xemilandiye. Bavê Jînyê got ku ew her gav di haqê xewn û hêviyên keça xwe de difikire û bal kişand ku tevî ku ew ji bo mala wan, keça wan bû, lê çarenûsê navê wê ji sînorê mala wan ya biçûk derxist. Emînî spasiya piştevaniya gel kir û got hezkirina gel hezaran zarokên din tevlî malbata wan kiriye.

Jîna Emînî di îlona 2022an de piştî ku ji aliyê hêzên tepeserkare rêjîmê ve hat girtin û kefte ber lêdan û tundûtîjî, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Malbata wê îdîayên fermî yên dewletê yên li ser sedema mirina wê red kirin. Bûyera canjidestdana wê bû sedema derketina nerazîbûn û xwenîşandanên berfireh ên li seranserê Îranê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî".