Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê, bi hilkefta çaremîn salvegera şehîdkirina Jîna Emînî daxuyaniyek belav kir, û di daxuyaniyê de diyar kir ku dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ne tenê dirûşmeke protestoyê bû, belku bangaserhildanekê bû li dijî desthilatekê ku bi salan e bi zordarî û kuştarê desthilata xwe sepandiye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî krîzên aborî û zextên berdewam ên rejîmê, hişmendî û xebata jinan bûye xala werçerxanê di dîroka têkoşînê de. Jinên kurd wekî pêşengê vê şoreşa berfireh hatin pênasekirin.
Platformê daxwaz ji xelkê Kurdistanê, bi taybetî ji jin û ciwanan kir ku di 25ê Xermananê de beşdarî mangirtina giştî bibin, dukan û bazarên xwe bigirin û bi vî rengî bîranîna şehîdan bilind ragirin. Di dawiyê de bang li saziyên navneteweyî û civaka sivîl hat kirin ku li dijî zordariyê piştevaniyê xurt bikin û zextan li ser rejîmê zêde bikin.