Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî ji du aliyan ve êrîş kire ser baregehên Hizba Dêmokrat

09:41 - 2 Îlon 2026

Di navbera demjimêr 2 û 2:40 xulekên berî sibê ya îro Çarşemî, 11ê Xermanana 1405ê, Komara Îslamî ji du aliyan ve êrîş kire ser baregeh û navendên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê.

Pêka zaniyariyan, di êrîşa yekem de bilindahiyên Balîsanê li Başûrê Kurdistanê bi 3 dronan bûye amanc û di demek kurt de piştî wê, Kempa Cêjnîkanê jî bû amanc.

Kempa Cêjnîkanê, ku li nêzîkî bajarê Hewlêrê ye, cihê akincîbûna malbatên Hizba Dêmokrat e.

Ev pêla êrîşên Komara Îslamî hevdem bû dilgel pêlek nû ya êrîşên Amerîkayê bo ser herêmên Başûra Îranê.

Şeva borî, “CENTCOM” ragihand ku hêzên wan qonaxeke nû ya êrîşan li dijî Spaha Pasdaran dest pê kiriye û îro serê sibê ragihand ku wan dawî bi vê gera êrîşên xwe anî .

Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka şer digel Amerîka û Îsraîlê ve heta niha, bi zêdetirî 156 mûşek û dronan, kempên malbatên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û navendên tenduristî û perwerdehiyê yên vê hizbê kirine amanc.