Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêpêvînek bo çaremîn salvegera Şoreşa Jîna li Almannê hat lidarxistin

13:26 - 15 Îlon 2026

Roja Şemî, 20ê Xermanana 1405an, di çaremîn salvegera Şoreşa Jîna yê de, rêpêvînek ji aliyê hêz û aliyên siyasî yên Kurd û Îranî ve li bajarê Kolin ya Alman de hate lidarxistin.

Komîteya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistanê ya Îranê di rêxistinkirin û birêvebirina vê rêpêvînê de roleke sereke hebû û hejmareke berçav ji endam û alîgirên vê hizbê jî beşdarî vê rêpêvînê bûn û bîranîna Şoreşa Jîna û şehîdên vê şoreşê bilind nirxandin.

Rêpêvînê bi sirûda “Jin, Jiyan, Azadî” hate kirin û piştire ji aliyê birêveberên vê rêpêvînê, bi sê zimanên, Kurdî, Almanî û Farisî, bi xêr hatin gotine beşdar bûyan.

Di vê rêpêvînê de Peyama Hevpeywendiya Giştgîr “Hembestegiya Berfireh”, peyama xwişka şehîd Ramin Fatihî û Peyama jinên dîasporayê, peyama nûnerê Partiya SPD a Alman, Peyama nûnerê Partiya Die Linke, û peyamek bi nûneratiya neteweyên Îranê hatine xwandin.

Herwisa çend parçe muzîk û sirûd hatine pêşkeşkirin, û di dawiyê de, birîndarên Şoreşa Jînayê, peyamek pêşkeş kirin.