Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Têkoşîn bo Avakirina Tevgera Serbixwe ya Kedkarî li diyasporayê, piştevaniya mangirtina giştî li Kurdistanê kir

14:05 - 15 Îlon 2026

Li ser banga Hevpeymaniya Hizbên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, 25ê Xermananê  mangirtinekî giştî li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçe, li dirêjiya piştgiriya vê mangirtinê de, "Saziya Têkoşîn bo Avakirina Tevgera Serbixweya Karkerî li Diyasporayê" li daxuyaniyekê de ragihand ku ew piştgiriyê dide mangirtina giştî ya ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê tê organîzekirin.

Saziya han bi daxuyaniya li ser navê Emîn Bayat hate weşandin, piştgiriya xwe bo xebata rizgariyê, dadperweriya civakî û mafên wekhev nîşan da. Di heman demê de, di salvegera kuştina hikumetiye Jîna Emînî de hevxemiya xwe li gel malbata wê û hemû şoreşvanên rizgariya Îranê nîşan da. Saziyê pîlan û êrîşên rêjîma Îranê yên li dijî tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" bi tundî şermezar kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kite rêya ji bo azadî û rizgariya gelên Îranê, hilweşandina vê rêjîma zordar e. Herwisa yada hemû cangoriyên ku di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat bilindragirtin.