Gelê têkoşer ê Kurdistanê!
Xelkê azadîxwaz ê Îranê!
Çar sal bi ser kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî û serhildana “Jîna yê - Jin, Jiyan, Azadî” derbas dibe. Wek Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, em bi girîngî û bi nêrînek berfireh li vê qonaxa dîrokî dinêrin ku bûye xala veçerxana hevpêwendî û piştgîriyê di dîroka têkoşîna Kurdistanê û herêmên din yên Îranê li dijî desthilatdariya Komara Îslamî. Ev şoreşe berdewamiya dehan sal xebat bo rizgarî û azadiyê ye, û di nav de jî têkoşîna jinan ji bo bidestxistina mafên wan ku têkelî tevgera mafxwazî ya Kurd bibû.
Tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” piştî şehîdbûna Jîna Emînî, bi pêşengiya jin û ciwanan li Kurdistanê serî hilda û bi lez bû tevgerêke siyasî û civakî ya seranserî li hemû Îranê. Ew qonaxe ku bi serhildan li Kurdistanê dest pê kir, di berdewamiya xwe de şêwazên cuda yên xebatê weke mangirtin, nerazîbûna xwendekaran û nerazîbûnên pîşeyî ji xwe girit. Amadeyiya berfireh a jin û ciwanan û beşdarbûna qatên cuda yên civakê bû sedem ku ev tevger sînordar nebe û bibe gotareke giştgîr liderheq azadî, wekhevî, kerameta mirovan û dijberiya cudakariyê û tepeserkirinê.
Berfirehbûna nerazîbûnan bo bajarên cuda yên Îranê, nerazîbûnên zanîngehan, mangirtin, çalakiyên pîşeyî û kedkarî, merasimên çileyên şehîdan û herwisa nerazîbûnên berfireh di nav neteweyên din de, bi taybetî li Belûçistanê, nîşan da ku ev tevger xwediyê şiyanek mezin e ji bo girêdan û yekxistina daxwazên cuda. Yek ji taybetmendiyên girîng yên vê şoreşê girêdan û nêzîkbûna daxwazên jinan, ciwanan, xwendekaran, neteweyan û hemû qatên civakê di çarçoveyeke hevpar de bû.
Ji aliyê stratejîk ve, ezmûna Tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” selimand ku di coxrafiyaya Îranê de şiyan û taybetmendiya şikilgirtina tevgerêke giştgir heye, û ji bo pêkanîna guhertinên bingehîn û ji bo wegerxistina wizeya nerazîbûnan û tebayiya siyasî û bernameyeke hevpar ji bo pêşerojê hewce ye. Herwisa ezmûna vê tevgerê nîşan da ku daxwazên jinan, azadiyên medenî, mafên neteweyî û daxwazên civakî yên din, heke di çarçoveyeke hevpar de pêş ve biçin, dibin hêzek ji bo bidestxistina mafan û jiyana hevpar a wekhev.
Niha û piştî çar salan, jiyana xelkê ji aliyê aborî, civakî û siyasî ve gihîştiye rewşek herî xerab. teweruma zêde û bêkarî asta hejariyê li Kurdistan û Îranê gehiştiye qasekî herî zêde û jiyana qata hejar û kedkaran hilweşandiye. Ev rewş encama rasterast a siyasetên rejîmê ye li navxwe û derve ku saman û dahata xelkê ji bo şerxwaziyê terxan kiriye û “siyaseta bêparkirinê” li Kurdistan û herêmên din yên paşguhxistî pêk tîne.
Di heman demê de, pêla binçavkirina çalakên siyasî, medenî, jinan, çandî, jîngehparêz, kedkar û mamosteyan gihîştiye asteke bêhempa. Bikaranîna cezayê darvekirinê, girtin û îşkence wek amûrên serkutkirin û tirsandinê ji aliyê rejîmê ve li hemû Îranê û bi taybetî li Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe. Tundûtîjiya li dijî jinan bi awayekî sîstematîk zêde bûye. Dijayetiya jinan ne tenê ji aliyê eqiliyeta mêrsalarî ya di nav civakê de, belkû bi piştgiriya yasayî û saziyên hikûmetê jî tê meşandin û tevî wan hemû krîz û barên giran yên li ser civakê hatine sepandin, para jinan ji givaşan gelek zêdetir kiriye.
Êrîşên berdewam yên Komara Îslamî li ser partiyên Kurdistanê û pêkanîna lihevkirinên navneteweyî û pêdagirî li ser cîbicîkirina wan, aliyek din yê dijminatiya rejîmê ye ku naxwaze ti cure daxwazeke siyasî ji bilî nêrînên xwe yên dijî azadî û mirovan hebin. Tevî hemû krîz û tengaviyan, Kurdistan dîsa li navenda hevkêşeyên Îranê de maye. Hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê, bi dîtina rast a vê qonaxê, gaveke girîng ber bi pêkanîna hevpeymaniyê û yekîtiya navxweyî ve avêtine. Ev yekrêzî pêgeha Kurdan hem di navxweyê Îranê û hem jî di asta navneteweyî de xurttir kiriye. Ya ku îro hewceye, berdewamî û xurtkirina vê hevpeymaniyê û danîna gotareke neteweyî-demokratîk a hevpar e ku bersiva krîzan bide.
Erkê hêzên siyasî, civaka medenî û rêxistinên navxweyî ye ku bi hevahengiyê, daxwazên rewa yên xelkê, ku ji mafê diyarîkirina çarenivîsê, demokrasî û azadiyên bingehîn pêk tên, bikin bingeha her guhertinekê li siberoja Îranê. Em herwisa tekezî dikin ku têkoşîna siyasî û têkoşîna medenî tewawkerên hev in û yekitî kilîla derbasbûna vê qonaxê ye.
Cihê amajeyê ye ku piştî ragihandina bo mangirtina giştî li Kurdistanê, ev daxwaz bi pêşwazî û piştgiriya berçav a aliyên siyasî û medenî li navxweyê Kurdistan û Îranê re rû bi rû bûye. Careke din em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku beşdarî mangirtina 25ê Xermananê bibin û bi girtina dukan û bazaran, bi yekgirtî, “na”yeke dîrokî ya din bêjin Komara Îslamî û siyasetên wê yên dijî mirovan.
Em rêz û wefadariya xwe ji bo şehîdên Şoreşa “Jînayê a – Jin, Jiyan, Azadî” û hemû şehîdên rizgarî û azadiya Kurdistanê dubare dikin û em silavan li îrade û berxwedana gelê xwe dikin. Berdewamiya me di têkoşîn û xebatê de, wefa û soz û peymana me ya neguherbar e ji bo pêkanîna daxwaz û armancên neteweya me.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê
24ê Xermanana 2726
15-09-2026