Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çar girtiyên siyasî ên Kurd bo piştgîriya mangirtina 25ê Xermananê gireva xiwarinê girtin

16:05 - 15 Îlon 2026

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê ragehand ku Zeyneb Celîlyan, Wirîşe Muradî, Sekîne Perwane û Mutelîb Ehmediyan, çar girtiyên siyasî ên Kurd, li piştgîriya bangewaza mangirtina giştî a 25ê Xermananê de, man li xiwarinê girtin.

Ew çar zindaniyên siyasî ku li girtîgehên Yezd û Êvînê de girtî ne, li peyamekê de mangirtin li xiwarin bi (Medenîtirîn awayê derbirîna nerizatî) bi nav kir û ragehand ku hevdem ligel çaremîn salvegera canjidestdana Jîna Emînî û destpêka tevgera Jin, Jiyan, Azadî peywendiyê bi vê mangirtinê ve dikin.

Hevpeymaniya hêzên siyasî ên Kurdistana Îranê berê daxwaz li xelkê kiribû ku roja Çarşemî 25ê Xermananê bi daxistina dukan û bazaran û xweparastin li amadebûn li cihê kar de, beşdarî li mangirtia giştî de bikin.

Ew çar girtiyan tekezî ji vê kirin ku mangirtina wan li xiwarin li pêxema piştgîrîkirin li vê bangewazê û bilindragirtina yada canjidestdayên tevgera Jin Jiyan Azadî wê  encam bidin.