Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevaniya Yeketiya Zanayên olî li mangirtina 25ê Xermananê

16:07 - 15 Îlon 2026

Li devedevê çaremîn salvegera şehîdkirina Jîna Emînî û destpêka tevgera Jin Jiyan Azadî, Yeketiya Zanayên Olî ên Kurdistana Îranê bi belavkirina daxûyaniyekê daxwaz li tev par û qatên civakê kir ku li 25ê Xermananê de, bi awayekî medenî û aştîxiwaz beşdariyê li mangirtina seranserî de bikin.

Yeketiya Zanayên Olî li vê bangê de, tekezî li ser vê kir ku tevgera Jînayê rûdawek asayî nîne, belkî rengdanek îradeya nivşekê ye bo bidestanîna jiyanek azad, rêzgirtin li kerameta mirovî, rêzlênan li xiwîna bi neheqrijandî a Jînayê û dawîanîn bi tepeserî û nedadperweriyê.

Li daxûyaniya Zanayên Olî de hatiye ku silogana Jin Jiyan Azadî bilindkirin û rengvedana degê tev par û qatane ku bawer bi azadî, dadperwerî, şikoya mirovî û mafê diyarîkirina çarenivîsê heye.

Li vê çarçêweyê de rû li mamosteyan, rewşenbîran, xwendekaran, kasibkaran, û azadîxiwazan kiriye heya bi yekdengî li vê mangirtinê de beşdar bin.

Di dawiyê de Yeketiya Zanayên Olî ên Kurdistana Îranê, hêvî xiwast ku bîranîna Jîna Emînî bibe hevîna xortkirina yekgirtiya cemawerî û pêngava ber bi pêşerojek azad û dadperwer.