Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mangirtina giştî ya gelê Kurdistanê dest pê kir

08:54 - 16 Îlon 2026

Îro, Çarşemî 25ê Xermananê, gelê Kurdistanê li gorî banga Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê tevlî grevêmangirtinê bûn û bi girtina dukan û bazaran, dest bi mangirtina giştî kirin.

Li gorî zanyariyan ku heta niha gihîştine beşa nûçeyan a Navenda Ragihandinê ya PDKÎ, Dîwandere, Mehabad, Bokan, Seqiz,Sine, Merîwan, Peswê û Miyandûaw, Binav, Bane û Pîranşar di mangirtinê dene.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, bi belavkirina bangewaziyekê, daxwaz ji xelkê Kurdistanê kirin ku îro, Çarşemî 25ê Xermananê, di çaremîn salvegera şehîdkirina Jîna Emînî de, bi girtina bazar û dukanan beşdarî mangirtina giştî bibin, ku heta niha pêka zaniyariyan pêşwaziyek baş jê hatiye kirin.

(Ev zaniyariyane dê bê nûkirin)