Hevdem digel destpêka çaremîn salvegera şehîdkirina Jîna Emînî û destpêka tevgera “Jin, Jiyan, Azadî”, rejîma Îranê bi cihgîrkirina dehan maşîn û hêzên çekdar, rewşeke tund a leşkerî û ewlehiyê li ser bajarê Seqizê de sepandiye û hemû rêyên gihiştin bi goristana Ayçî dorpêç kirine.
Li gorî rapora saziya mafê mirovî ya “Kurdpa”, heta şeva Sêşemî 24ê Xermananê, hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîmê bi awayekî berfireh li meydan û kolanên sereke yên Seqizê, ji wan Bulvara Înqilabê, derdora fêlekeya girtîgehê, Meydana Qudis û li ser rêyên sereke yên nava bajarê Seqizê ji aliyê rêyên Banê, Sine û Bokanê ve hêzên rejîmê hatine cihgîrkirin û xalên kontrol û vekolînê danîne.
Herwisa her di vê çarçoveyê de, desthilatdarên rejîmê ji bo sala sêyem a li pey hev, ava bendava “Çiraweys” berdane, da ku hemû rêyên sirûştî û aliyên derdora goristana Ayçî bigirin û hatûçûyê zehmet bikin.
Ji aliyek din wêneyên veguhastina dehan maşînên yekeyên taybet, matorsiklet û maşînên hêzên serkutkar ji rêyên derveyî ber bi navenda bajarê Seqizê ve belav kiriye; û ev yeka nîşan dide ku desthilat ji serhildana nerazîbûnên giştî li bajarê Jîna yê ditirse.