Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîmê ji tirsê serhildanê Belûçistan militarize kiriye

10:18 - 16 Îlon 2026

Hêzên rêjîmê li derdora piraniya bajarên Sîstan û Belûçistanê Xala vekolînê danane û hêzên rejîmê li devera Kehnûk li ser rêya Zahîdan-Xaş hatine cihgir kirine.

Li gorî nûçeya Hallweşê, roja derbasbûyî Sêşemî 24ê Xermanana 1405an, gorî wêne û zanyariyên belavbûyî cihgîrkirina 13 maşînên hêzên tepeserkare rejîmê û bi xala vekolînê li Devera Kehnûk di navbera Zahidan- Xaşê de danîne.

Li gorî nûçeya Hallweşê, aliyê kêm 13 maşînên hêzên rejîmê xala vekolînê li vê deverê danîne û maşînên welatiyan vedikol in.

Bi piştgirêdan bi wan zanyariyan, danan xalên vekolînê û cihgîrkirina hêzên rejîmê li vê deverê de heya niha nediyar e.

Ev milîtarîza Belûçistanê hevdeme digel salvegera şoreşa Jînayê û banga mangirtina giştî li Kurdistanê ji aliyên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ên Kurdistana Îranê, levra rêjîm ji serhildan û yekîtiya xelkê û bi taybetî hevdengiya du netewên Kurd û Belûç ditirse.