Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

CENTCOMê ragihand ku êrişên li dijî Îranê bi dawî anî

09:56 - 2 Îlon 2026

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li hundirê Îranê gerekî din a êrişên giran li dijî baregeh û saziyên leşkerî yên Spaha Pasdaran bi serkeftî bi dawî kiriye. Li gorî daxuyaniyê, di van êrişan de sîstemên bergirya esmanî, radar, tesîsên deryayî, şiyana danîna mînan û navendên ragihandinê yên Pasdaran hatine armancgirtin.

Vîdeoyên ku ji aliyê CENTCOMê ve hatine belavkirin nîşan didin ku balafirên şer yên F-18 û F-35B li gel mûşekên Tomahawk di operasyonê de hatine bikaranîn. Di wêneyan de xuyaye ku mûşekavêjên dijî keştiyan, pergalên balîstîk û yekem car du keştiyên nefthilgir yên rêjîma Îranê rasterast hatine lêdan.

Şarezayên leşkerî ev gav wek siyaseta nû ya "keştî li dijî keştiyê" bi nav dikin. Karbidestên Amerîkayê diyar dikin ku nêzîkî 100 armancên leşkerî hatine biarmancgirtin û bi vê yekê şiyana Îranê ya ji bo gefxwarina li ser rêyên deryayî yên li Tengava Hormozê gelekî hatiye kêmkirin. Niha zêdetirî 50 hezar serbazên Amerîkayê li herêmê di rewşa amadebaşiyê de ne.