Donal Tirampê Serkomarê Amerîka bi belavkirina peyamekê tevî rexnegirtin ji rapora “ABC News”, li derheq vê ku Tiramp hewla vegerandina Têhranê bo ser masê danûstandinê dide, ev kanala têlêvîzyoniya Amerîkayê bi “nûçeyên çewt” binav kir û ragihand, berevajiyê nûçeya kanala “nûçeyên çewt”, ABC belav kiriye, ez hewla rakêşana rêjîma Îranê bo ser masê danûstandinê nadim.
Herwisa Navbirî ragihand: “ti giringiyek bo min nîne ev lihevkirnê wajo bikin ku bo wan bi xwe bênirx e”.
Herwisa Donald Tiramp got: “ez bawerim rewşa niha gelek bi dilê min e, nêzî bi tevav a kontrola tengava Hormozê li destê me de ye û aboriya wan li rewşa hilveşîna tevav de ye.
Serkomarê Amerîkayê ev yeka jî got ku rêjîma Îranê li rewşa çona bi rêyekê de ye ku encama vê bêveger e. Tiramp li dawiyê de got: di rewşekî wiha de Xelkê Îranê dê kengê û çawan serî hildin û dê şer bikin, emê dê pêşerojê de bendê bin û bibînin?