Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Buhayê Tumen hindî diçe pitir dadikeve û Dolarek geheşte 220 hezar tumenî

11:27 - 2 Îlon 2026

Bi sedema şerxwazî û siyaseta qirêj û dujminkarane a rêjîma Komara Îslamî, ku roj bi rojê rojreşiya zêdetir bi ser xelkê belengaze welat de têt, Nirxa dolar îro roja çarşemê 2yê Îlonê li bazara azad a Îranê de gihîşt 220 hezar tumênî. Media û malperên abûrî jî li vê derheqê de rapor belav kirin û nivîsîne ku dolar di demekê de gihîştiye nêzîkî 223 hezar tumênî.

Zêdebûna nirxa dolar di demekê de berdewam bilind dibe ku bazara Îranê di hefteyên dawî de di bin bandora dijwarbûna aloziyên herêmî, guhertinên siyasî û zextên aborî de rastî guherînên tund hatibû.