Hevalên Hizba Şiyûiî a Kurdistanê.
Tekoşerên xebata li pêxema rizgarî û wekheviyê
Xebera koça dawî a kek Kemal Şakir, Sikirtêrê berê ê Hizba Şiyûiî a Kurdistanê em hemû dilgiran û xembar kirin.
Rêzdar Kemal Şakir kesayetiyê siyasî naskirî ê tevgera rizgarîxiwaziya Kurdistanê û tevgera çep û yeksanxiwazî li Îraqê de bû, xwedêjêrazî li pêxema amancên bilind de bi salan kefte girtîgeha hikumeta Beisê û li tekoşîna siyasiya xwe de rolekî xûya bi ser bûyeran de hebû.
Kesayetiyê nîştimanperwer Kemal Şakir li kabîneya yekem a Hikumeta Herêma Kurdustanê de, Wezîrê tendirûstiyê bû, dostek nêzî a tevgera rizgarîxiwaziya Kurd li Rojhelatê Kurdistanê û Hizba Dêmokrat bû.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi boneya koça dawî a kek Kemal Şakir ku hemû temenê xwe bo xebat û tekoşîna gelê xwe terxan kiribû, sersaxiyê li malbat, kesûkar, heval û hevxebatên xwedêjêrazî li Hizba Şiyûiî a Kurdistanê dike.
Bêguman nav û yadê kek Kemal Şakir li dilê xelkê Kurdistanê û li tevgera netewî û yeksanxiwaziya Kurdistanê de bi bilind û mezinî wê bimîne.
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Peywendiyan
18ê Îlona 2026 an