Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navê 4200 kes ji kuştiyên meha Befranbara 1404ê hate belavkirin

09:36 - 20 Îlon 2026

Saziya Mafên Mirovî ya Îranê li nûtirîn rapora xwe de navê zêdetir ji 4200 kes ji kuştiyên xwenîşandana heyva Beftranbara 1404 a rojî ku ji aliyê hêzên hov û tepeserkerên rêjîma Îranê ve hatine kuştin, belav kir û dazanîn ku %91 a wan kesan li 18 û 19ê Befranbarê de hatine kuştin.

Pêka vê amarê navê zêdetir ji 281 zarok û 420 jinan li lîstê wan kuştiyan de hatiye tomarkirin û zêdetir ji 3 hezar û 356 kes ji vê amarê, li 18 û 19ê Befranbarê de hatine kuştin.

Li raporê de hatiye: Ev amar ya bajarên 30 parêzgeh ji 31 parêzgahên Îranê, hatiye tomarkirin û pêka belge û şahidan, hejmareke gelek zêde ji wan kesan li encama teqeya rasterast a hêzên rêjîmê bi çekên şer hatine kuştinê.

Li vê raporê de îşare bi teqeya hêzên rêjîmê bi cihên hestiyar ên xwenîşanderan, teqe li kesên li halê revînê û bikaranîna nîşançiyan bo kuştina xelkê û kuştina kesên ku heta beşdarê xwenîşandanê jî nebûne hatiye kirin.

Vê saziya mafê mirovî daye zanîn ku bi sedema qutbûna înternet, givaşa bo ser malbatan û sînordarbûna destpêregihîştin bi zanyariyan, amara serast a kuştiyan zêdetir ji vê amara tomarkirî ye.