Dewleta Pêroyê bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand: “bi sedema pêbendiya xwe bi soza dêrîna xwe bi aşitiyê û li çarçoveya pêbendiya qahîma xwe bi rêzgirtin ji yasayên navnetewî û berevanîkirin ji dêmokrasiyê, biryar daye pêwendiyên xwe yên dîplomatîk digel rêjîma îslamiya Îranê qut bike”.
Dewleta Pêroyê lawazbûna dêmokrasî, tepeserkirina nerizayetiyên aşîtîxwazane, binpêkirina azadiya çapemenî, cudatîdanîn bi dijî jinan û keçan û lipeyketina bo dijberên siaysî li Îranê, ji sedemên vê biryardanê ragihandiye.
Herwisa dewleta Pêroyê kiryarên paşmaweyên rêjîma Îranê li derheq alozîxistin li ticareta navnetewî bi rêya tengava Hormoz, bi tundî rexne kiriye û nerizayetiya xwe li hember rêgirîkirina rêjîmê li karê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî daye xuya û ragihandiye ev kiryara rêjîmê proseya ceribandina rastiyan bo rêgirêkirin ji destpêregihîştin bi çeka navkî tûşî astengiyan kiriye.
Dewleta Pêroyê ev biryara xwe bi fermî bi rêya balyozxaney rêjîma Îranê li Êkwadorê de bi rêjîma Îranê ragihandiye.