Danî Danon, nûnerê hertimî yê Îsraîlê li Saziya Neteweyên Yekbûyî de, ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê hewl dide îdeolojiya xwe ya tundrew li seranserê Rojhilata Navîn belav bike û tekezî kir ku Tehran metirsiyeke giştgîr e û ji bilî Îsraîlê, ji bo hemû herêmê jî gef e.
Danon di hevpeyvînekê de digel kanalê “Fox News” ê, amaje bi vê yekê kir ku Îsraîl piştî derbasbûna 3 salan ji êrîşên 7ê Octobera 2023ê, dikare pêvajoya hewildanên xwe yên dîplomatîk yên herêmî, ku ji ber van êrîşan rawestiyabûn, ji nû ve dest pê bike û pêvajoya asayîkirina pêywendiyên xwe li ser wê xala ku rawestiyabû, berdewam dike.
Nûnerê Îsraîlê tekezî li ser rûbirûbûna tundûtîj û gefên Îranê kir û got: “Tehran dixwaze îdeolojiya xwe ya tundrew li ser herêmê de bisepîne, lê em nahêlin Îran, dest bi ser Rojhilata Navîn de bigre.”
Danon behsa êrîşên berê yên Îranê li ser Îmaratên Yekbûyî yên Erebî û Erebistana Siûdî kir û rohin kir ku pirsgirêka Tehranê digel Îsraîlê ne tenê pevçûnek herêmî ye, belkû ji dîtingeha îdeolojîk û tundrewa wan çavkanî digire.