Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama kak Mistefa Hicrî li derheq êrîşa neheqî bo ser bavê şehîd Jîna Emînî

10:00 - 21 Îlon 2026

Kak Mistefa Hicrî Sikirtêrê Giştî ê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, li derheq êrîşa neheqî a taqimeke naskirî bo ser bavê şehîd Jîna Emînî, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Li heyam û rojên borî de, li ser torên civakî pêlek êrîşên neheq yên grûpeke naskirî bo ser Kak Emced Emînî, bavê Jînaya şehîd û malbata wan ya birêz dest pê kiriye.

Malbata «Jîna» û hemû malbatên şehîdên serbilind yên rêya azadiyê, cihê şanaziya neteweya me ne. Parastina nirxên «Jin, Jiyan, Azadî», xwedîderketina li nirxên bizava Kurdistanê ye. «Jîna» ku bûye remza bizavê, li cem kurdistaniyan û hemû azadîxwazên Îranê xwedî cî û pêgeheke bilind e û parastî ye. Ji ber wê jî ev cûre êrîş tiştekî ji pêgeha wan kêm nakin, belkî dibin sedema yekrêzî û hevxebatiya zêdetir ya neteweyên azadîxwaz yên Îranê ku bo gihîştina bi azadî û hikûmeteke gelêrî amadeyî qurbanîdanê ne.

 

Mistefa Hicrî

Sikretêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

29î Xermanana 1405 a Rojî