Di pêngavekê de ku nîşan ji çûna aloziyên herêmê ber bi qonaxeke metirsîtir e, keştiyek nefthelgir li Tengava stratejîk a Hormozê bû amanc.
Saziya Operasyonên Bazirganî yên Deryayî yên Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku keştiyek neftê, di dema derketin ji Tengava Hormozê, li dûriya 17 maîlên deryayî li rojhilatê Xeseba Omanê, bi sê mûşekên nenaskirî hat amancgirtin.
Wê saziyê tekezî kir ku ev bûyere zirareke zêde nexistiye ser jiyana mirovan û jîngehê û lêkolîn li ser nasnameya êrîşkeran berdewam e.
Ev bûyer, nûtirîn bûyera ewlehiyê ye di vê rêya avî ya stratejîk de ku hevdeme digel zêdebûna aloziyên leşkerî di navbera Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê.
Ev aloziyên nû piştî wê yekê tên ku hêzên Amerîkayê du sekoyên avêtina mûşekan yên Komara Îslamî li Girava Lark kirine armanc. Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, armanca vê êrîşê rêgirtin ji mînrêjkirina Tengava Hormozê ji aliyê Hêzên Spaha Pasdaran ve bû.