Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li çaremîn salvegera Şoreşa Jînayê de xwepêşandanek li Yotoboriyê birêve çû

10:04 - 21 Îlon 2026

Roja Şemî 28ê Xermanana 1405an, xwepêşandanek ku bi boneya çaremîn salvegera şoreşa Jînayê, li bajarê Yotoboriyê li welatê Siwêdê û ji aliyê hevpeymaniya hêzên siyasî ên Kurdistana Îranê û Komelleya Komarîxiwazên Îranê ve birêve çû.

Xwepêşandan bi ragirtina bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqije şehîdan dest pê kir.

Piştre peyama hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê ji aliyê Nesrîn Şemamî ve hate xwendin.

Her li dirêjiya xwepîşandanê de ji aliyê Ferîbûrz Keremî û xatû Nîna çend sirûdên nîştimanî hatine pêşkeşkirin.

Peyama Komelleya Komarîxiwazên Îranê bi zimanê Farsî hate xwendin.

Xwepîşandan piştî  demjimêrekê bi gotina siloganên dijî rejîma Komara Îslamiya Îranê û piştevanî li xebat û tekoşîna xelkê Kurdistanê dawî pê hat.