Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qalîbaf dibêje heya em negehne armancên xwe, Tengava Hormozê nayê vekirin

12:39 - 21 Îlon 2026

Mihemedbaqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa rêjîmê, ragehand ku heya vê dema ku mercên Komara Îslamî neyêne cîbicîkirin, Mafên ku Tehran daxwaz kirine bi fermî neyêne naskirin û sozên Amerîka neyêne cîbicîkrin, tu rêyek bo vegerîn bo rewşa berê a danûstandinan û vekirina Tengava Hormozê nabe.

Qalîbaf li demekê de wan axiftinan dike ku Komara Îslamî li wan heftiyên dawî de, vekirina Tengava Hormozê bi beşek li danûstandin û daxwaziyên xwe li Amerîka girêdaye.

Muhsên Rezayî, Sikirtêrê Encûmena bilind a ewlehiya netewî a rêjîmê, rojek pêş qisên Qalîbafê ragehandibû ku Tehran mercên xwe bo ragirtina şer û destpêkirina danûstandinan ligel Amerîka li rêya Qeterê we veguhastiye û benda bersiva Waşingtinê ye, li nav mercan de îşare bi dawîhatina şer li hemû bereyan, azadkirina sermayên bilokekirî ên Îranê û dawîhatina dorpêça deryayî kiribû.

Li rewşekî wiha de, lêdwanên Qalîbaf tenê bandor li ser asayşa keştîvaniyê bo ser welatên din nabe, belkî lêkeftên daxistina wê Tengavê rastewxwe û narastewxwe givaşan bo ser xelkê navxweyê Îranê û hevdem desthilata Tehranê jî zêdetir kiriye.