Piştî mangirtina kasibkar û bazariyan li dehan bajarên Kurdistanê de, hejmarek dukan li bajarê Seqizê ji aliyê Navendên ewlehî û îdarên peywendîdar ên rejîmê hatine pilomkirin.
Li gorî raporta Rêkxirava Mafê Mirovî a Kurdpayê, heya niha hejmarek dukanên kasibkar û bazariyên Seqizê ji aliyê (Îdareyên Çavedêriya cihên giştî yên Fermandehiya Întizamî a bajarê Seqizê ve) hatine daxistin
Li pere kaxezekê de ku bi ser deryê wan dukanan de hatiye dan, hatiye nivîsîn (Pilomp, ew yekeya pîşeyî bi sedema berçavnegirtina yasayên sîstemî yên sênfî ve heya demek nediyar hatiye daxistin.
Roja Çarşemî 25ê Xermananê, hevdem ligel çaremîn salvegera şehîdkirina Jîna Emînî, li dehan bajaran li çar parêzgehên Sine, Urmiye, Kirmaşan û Îlamê, bi du banga hizbên siyasî ên rojhelatê Kurdistanê û tevî rewşa tund a ewlehî û gefên hikumetî, mangirtina giştî birêve çû.
Hêjayê gotinê ye ku navendên ewlehî ên rejîmê li rojên pêş wê mangirtinê, bi gefkirin li kasibkaran û şandina kurte nameyên gefkirinê, hewil dane rêgiriyê li zêdebûna mangirtinê bikin.
Her di vê peywendiyê de, heya niha dehan welatiyên Kurd li Şino, Mihabad, Kamêran û Qûrwe de hatine girtin û bo cihên nexûya hatine veguhastin.