Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hişdarî li ser metirsiya darvekirina herî kêm pênc xwendekarên nerazî li Îranê

12:42 - 21 Îlon 2026

Medyayên xwendekarên serbixwe amarek nû li ser rewşa girtiyên siyasî yên ku di rewşeke metirsîdar de ne, belav kirin û hişyarî dan ku herî kêm pênc xwendekarên nerazî yên zanîngehên Îranê bi tawanên “ewlehiya neteweyî” cezaya darvekirinê bi ser wan hatiye sepandin û ew di metirsiya cîbicîkirina ev cezayê dene.

Li gorî rapora “Nûçenameya Emîrkebîr”, Omidreza Heyderî, 19 salî, bi sûçê handana xelkê, bêhurmetî bi rêberê rejîmê û çend tawanên din, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îsfahanê ve bi darvekirinê hatiye ceza dan.

Di heman demê de, Necme Emînî, 23 salî, piştî heşt mehan girtinê, bi tohmeta “bêrêzî bi Peyxember” li Meşhedê cezayê darvekirinê bi ser de hatiye sepandin.

Sipêhir Emîrzade, 23 salî û xwendekarê Pizîşkî, û Ermîn Nûrmihemedî, 27 salî, bi tohmeta “muharêbe” cezaya darvekirinê bi ser de hatiye sepandin.

Êhsan Ferîdî, 22 salî, bi tohmeta “efsad fîl-eriz” cezaya darvekirinê bi ser de hatiye sepandin û daxwaza wî ya ji bo pêdaçûna nû li Dîwana Bilind a rejîmê hatiye redkirin.

Ev di demekê de ye ku Wezareta Derve ya Amerîka tekez kiriye ku rêjîma Îranê tohmetên “ewlehiya neteweyî” wekî amûrekê ji bo tepeseriya azadiya gotinê û girtina xwendekar û çalakvanan bi kar tîne.