Serokê Amerîkayê Donald Tiramp, bêhnvedana xwe ya li Kamp Deyvîdê bi nîwiyê de hêla û berî dema diyarkirî vegerya Koşka Spî. Ev gav di demekê de tê avêtin ku aloziya di navbera Amerîka û Îranê de gihîştiye asta herî bilind û biryarên qedersaz li ber derî ne.
Tiramp di hevpeyvînekê de li gel toreya "Fox News" diyar kir ku ew derbasî qonaxeke gelek hesas ya biryardanê bûne. Wî bal kişand ser bijardeyên li ber destê xwe û hişyarî da ku ger Tehran reftarên xwe neguhere, bûyerên gelek mezin dê rû bidin. Serokê Amerîkayê got: "Pirsiyar ev e ka di çî demê de ez ê wî welatî bi tevahî ji holê rakim."
Li aliyê din, di bersiva pirsa li ser egera civîna li gel Serkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, Tiramp anî ziman ku dibe ku hevdîtin çêbibe. Şer û aloziya berfereh di navbera Amerîka, Îsraîl û Komara Îslamî de ji çend mehan ve berdewam e û heta niha tu hivî û ronahiyek ji bo aştiyê diyar nebûye.