Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Geşeya aboriya Îranê li demsala bihara îsal bi qasî %10.1 nerênî bûye

12:53 - 21 Îlon 2026

Roja Yekşemê, 19ê Îlonê, navenda amar a rêjîma Îranê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku geşeya aboriya Îranê sê heyvên demsala Bihara îsal nerînî bûye û rêjeya vê bi % 10.1 nerînî ragihandiye.

Herwisa li vê raporê de hatiye, berhema navxweyiya giştî ya Îranê li 3 heyvên bihara Îsal de 21 hezar 795 milyard riyal bû, bi berhevdanîn digel 3 heyvên bihara sala par ku 24 hezar û 255 milyard riyal bûye, bi rêjeya %10 kêmtir bûye.

Pêka vê raorê, pîşesazî û kangeh %14.7 û xizmetguzarî jî bi rêjeya %4.8 geşeya nerênî hebûye û bi tenê beşa werzêrî bi rêjeya%2.3 geşe kiriye.

Nerênîbûna berçav a geşeya aboriya Îranê, piştî destpêkirina şerê 40 roje li halekê de ye ku rêjeya enfilasyonê li Îranê bi pêka amarên rêjîmê derdora %80 e.

Ji aliyê din ve bilindbûna nirxa Dolar, astengiyên gelek tund û dijwar bo hawirde û hinardekirin, kurtanîna wize û herwisa rûbibetalbûna enbarên madên destpêkî yên hewce bo pîşeya Îranê, rewşa aboriya Îranê hêj xirabtir kiriye.