Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat pîrozbahiya yekxistina hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê kir

09:40 - 22 Îlon 2026

Kak Mistefa Hîcrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi belavkirina peyamekê, pîrozbahiya yekxistina hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li hikûmeta herêmê, alî û xelkê Kurdistanê kir.

 

Teqa peyamê bi vê awayî ye:

 

Piştî demeke dirêj a çaverêkirinê, di merasimekê de, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêmê, Cîgirê Serokê Hikûmetê, Wezîrê Pêşmerge û hejmareke berpirsên bilind yên siyasi û leşkerî, yekxistina hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bi fermî hate ragihandin.

Xeberek ku ji mêj ve bû me û hemû xelkê nîştimanperwer ê Kurdistanê, çaverêya wê dikir.

Bi vê boneyê, ez pîrozbayiya xwe pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, alî û hemû xelkê Kurdistanê dikim.

Hivîdar im ev gava biqîmet, destpêka gavên mezintir be bo ji hev nêzîkbûn û yekrêziya aliyan, di pêxema pêşxistina dêmokrasî, aştî û bi giştî berjewendiyên bilind yên Kurdistanê de.

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Sikirtêrê Giştî

Mistefa Hîcrî

30ê Xermanana 1405

21ê Îlona 2026 an