Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêza Pêşmergeyê Herêma Kurdistanê bi temamî hate yekxistin

09:28 - 22 Îlon 2026

Di gaveke dîrokî de bo dawîanîna li dabeşbûna çendîn salan a hêzên Pêşmerge, roja duşemê 21ê Îlona 2026an di merasimeke fermî de bi serpereştiya Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, yekxistina temamî ya Hêza Pêşmerge û dawîhatina proseya çaksaziyê di bin sîvana Wezareta Pêşmerge de hate ragihandin.

Di vê merasima fermî de Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û Şoreş Îsmaîl Wezîrê Pêşmerge amade bûn. Bi vê rêkxistina nû re, yekeyên 70 û 80 ên Hêza Pêşmerge hatin hilweşandin û ketin bin fermandariya rasterast a Wezareta Pêşmerge a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û bo ser du fermandariyên leşkerî bi navên "Devera 1" û "Devera 2" û 10 firqeyên leşkerî hatin dabeşkirin.

Neçîrvan Barzanî di gotara xwe de tekez kir ku Hêza Pêşmerge ne ya ti partiyekê ye û xwedî nasnameyeke neteweyî ye. Herwisa daxwaz ji Bexdayê kir ku li gorî destûrê budce û çekan bo Pêşmerge dabîn bike. Mesrûr Barzanî jî ev roj wek "rojeke dîrokî" nav kir û ragihand ku wan soza xwe ya di bernameya hikûmetê de cih aniye. Wezîrê Pêşmerge jî serkeftina vê proseya çaksaziyê wek destkeftiyeke mezin a neteweyî nirxand.

Yêkxistina Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê pêngavekî erênî ye ji bo bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê û xizmet bi parastina destkeftan û mafê gelê Kurd û rakêşana piştevaniya navnetewî.