Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di hejmara vê care de li ser tevgera Jin, Jiyan, Azadî û bandora vê tevgerê li ser jiyana civakê û rola jinan di vê tevgerê de me digel Evîn Mistefazade, Berdevka Saziya Mafê Mirovî ya Kurdpayê, hevpeyvîn encam daye.

14:11 - 22 Îlon 2026

Hevpeyvîn: Evîn Mistefazade

Hevpeyvînkar: Sîmîn Rûhanîzade

 

1. Jin di “Jin, Jiyan, Azadî” de tenê beşek ji yek dirûşima siyasî nebûn. Ji destpêkê ve jin di navenda nerazîbûnan de bûn. Piştî çar salan, dema ku em li wê serdemê binêrin, bi nêrîna we jin di vê tevgerê de çi guhertin çêkirine, û hikûmetê bi kîjan şêwe ji serkutê hewl da ku careke din kontrolê bigire destê xwe?

Tevgera «Jin, Jiyan, Azadî» hem bi zulim û kuştina hikûmetî ya jineke dest pê kir û hem jî hebûn û beşdariya çalak a jinan bingeh û navenda sereke ya wê bû. Ev dirûşim tenê peyvek siyasî nebû; belkî encama salên dirêj yên daxwazkarî, berxwedan û têkoşîna domdar a jinan li Kurdistanê û li seranserê Îranê bû. Ev rê bi kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî gihîşt serhildanekê ku destkevit û peyama wê ya azadîxwaziyê dê ji bo hemû deman bimîne û dikare her têkoşînek din jî wekî domandina wê bê pênasekirin; ji ber ku di hundirê civakê de guhertineke bingehîn û avaker çêkir.

Hebûna jinan li meydanê di nav civakê de hevgirtinek kûr û berfireh ava kir. Dema ku jinan li seranserê Îranê hebûna xwe li kolanan û di qada giştî de bi awayekî bêhempa xurt kirin, hemû aliyên jiyanê yên civakî guherîn; ji jiyana rojane bigire heta zêdebûna hêza wan a bikom ji bo daxwazkarî û parastina maf û daxwazên xwe. Ev tevger bi zelalî nîşan da ku li Îranê ti guhertin û şoreşek bê hebûn û mêhweriyeta jinan nikare veguherînek bingehîn biafirîne. Di heman demê de, peyama pêşketî ya vê tevgerê bandoreke mezin li ser cîhanê çêkir, bi awayekî ku her tevgerek azadîxwaz karî xwe di vê tevgerê de bibîne û nas bike.

Tevgera wiha rejîma dîktator û dijî jin a Komara Îslamî ewqas paşde xist ku, heta ger rejîm ji bo vegerandina kontrola xwe neçar bibe dest bi serkuteke berfireh bike ji girtin û zindanê heta qedexekirin û sînordarkirina civakî, betalkirina cewaza saziyên serbixwe û gefêm domdar dîsa jî ev rê dê bidome. Civak guhertineke ewqas kûr û bingehîn derbas kiriye ku êdî qet venagere rewşa berî vê tevgerê. Serkutên giran yên îroyîn nîşana dawî hatina tevgerê nînin; ji ber ku ger tevger bi dawî hatiba, hikûmetê ew qas hewcehî bi serkutê nebû.

 

2. Raporên mafên mirovan behsa girtina jinan, azar û destdirêjiya sêksî, birîndarî û zirarên giran yên çavan, givaşên dadgehî û sînordarkirina civakî piştî nerazîbûnan kirine. Li gorî we, çima hîn jî beşeke mezin ji ezmûna jinên ku di van salan de zirar dîtine, nehatîye gotin û ragihandin? Tirs, givaşên ewlehiyê û nêrîna civakê çiqas di vê bêdengiyê de rol hebûye?

Hemû ev faktorane bandorê li ser nebihîstina beşek ji wan rastî û biserhatiyan heye. Lê belê, bê tirs dikare bê gotin ku ew tiştê ku îro em di warê dadxwaziyê û vegotina çîrokên serkutê li Îran û Kurdistanê dibînin, bi girîngî li ser milên jinan e. Me di saziyên mafên mirovan de û di nirxandinên meydanî de ji nêzîk ve fêm kiriye ku jin, heta dema ku nexwazin nav û nasnameya wan eşkere bibe, bi baldarî û bi hûrguliyeke bilind serpêhatiyên xwe yên rastî vedibêjin, çi derbarê serkutkirina tevgera «Jin, Jiyan, Azadî» de be û çi derbarê serkutkirina nerizayetiyên piştî wê, wekî nerizayetiya Befranbara 1404an. Ji aliyê din ve, divê bê zanîn ku hikûmet piştî vê serhildanê şêwaza serkutê ya xwe guherand û di gava yekem de berê xwe da aliyê tedbîrên pêşîlêgirtinê. Ev siyaset dikare di sepandina sînordariyên berfireh yên civakî û aborî li ser çalakvanên jinan, betalkirina destûra saziyên serbixwe û givaş û gefên domdar de bê dîtin. Li kêleka van tedbîran jî em şahidê serkuteke eşkere û dijwar a hikûmetî bûne.

Di nav vê rewşê de, jin hîn jî di saxitara mêrsalarane de û bi sînordarkirinên zêdetir yên civakî, aborî û siyasî dest û penceyan nerim dikin; ev yek jî bandoreke rasterast li ser eşkerabûna çîrok û serpêhatiyên wan dadinê. Lê, tenê ev yek ku jin dest bi vegotina serpêhatiyên xwe û dêkiyomêtkirina wan û ragihandina wan di medyayê û saziyên mafên mirovî dikin, nîşan dide ku di nava ev serkuta berfireh de, wan rêyekî zîrekane ya berxwedanê û hestkirin bi berpirsayetiyê hilbijartiye, ku ev yek pir bi nirx e.

 

3. Piştî ku kesên nerazî hatin kuştin, di gelek rewşan de givaş xistine ser malbatên wan. Ji bangkirin û gef kirinan bigire heta astengkirina merasimên bi ax sipartinê, girtina rêyan bo goristanan û hilweşandina gorên wan. Bi nêrîna we, çima hikûmet heta merasimên tazî û dayik û malbatên mafxwaz weke pirsek ewlehî dibîne?

Ev tevger ewqas guhertinî û veguherîner bû ku hemû kesên civakê gihandin vê encamê ku divê bi sembol û daxwazkarî li meydanê, têçû û bihayên ku dane bikin guhartinek. Kuştina mezilûmane ya Jînayê ku çalakvaneke siyasî nebû û tenê di seferê de bû nîşan da ku ev sûc dikarî li ser her keç û jineke di her malbatekê de bê. Ev mijar rewayeta hikûmetê bi temamî xist bin pirsê û rejîm neçar kir ku dest bi her cure serkutê bide; ji leşkerîkirina qadên giştî bigire heta serkutek berfireh.

Ev asta zêde ya serberdayî di serkutê de nîşan dide ku hikûmetê ti rêyek ji bo mana xelkê û raya giştî digel xwe de nehêlaye û ji her semboleke ku di bîra hevbeş a civakê de bi xwîn û biha hatiye nivîsandin û cihgirtin, ditirse. mafxwazî tiştek nîne ku zû derbas be û biçe bi sepandina sînordariyan bê ji nav birin. Ger di hin qonaxan de malbatên mafxwaz neçar dibin ku kêmtir li meydanê xuya bibin û rêya berxwedan û xweragiriyê hilbijêrin, ev bi xwe yek ji nimûneyên binpêkirina mafên mirovan ji aliyê hikûmetê ve ye. lewma, ev malbat di civakê de bûne sembol û dengekî mayînde. Ev serdem derfeteke ku bikarin rola xwe ya siberojê rêkbixin û bêguman kesêm mafxwaz dê careke din bi hêzeke mezintir vegerin qada giştî.

 

4. Niha ku çar sal derbas bûne, heke hûn bixwazin tenê bas ji yek guhertinê bikin ku jinên vê tevgerê di civaka Îran û Kurdistanê de afirandine û vegerandina wê bo rewşa berî Xermanana 1401an êdî bi hêsanî îmkan niye, ew guhertin çi ye?

Guhertinên ku çêbûne pir kûr û bingehîn in û ev tenê destpêka rêyekî dîrokî ye. Jinan berî her tiştî jiyana xwe ya rojane guheranddin, wan biryar da ku bêne qada giştî, daxwazkarî bikin û bi nayek mezin bêjin sîstima dîktator û dijî jin. Dema ku jinan hêza xwe ya kesane û giştî li meydanê ceribandin û vegeriyan malan, êdî ew ne ew kesên berê bûn. Wan saxtara mêrsalarî di hundirê malan de şikandin û hin kilîşe û nerîtên kevin ji nav birin.

Îro hebûna zêde û berfireh ya jinan di qada giştî de heta ku eger weke nerizayetî nîşandan li ser şeqaman jî nebin yek ji girîngtirîn destkeftiyên mayînde ye ku hatiye bidestxistin. Jinan karîbûn qada giştî ji nû ve bistînin û bawer bikin ku hemû qad û warên civakê a wan in. Girîngtirîn gav ew bû ku daxwaz û mafên jinan di nav civakê de bibin mijareke bingehîn û vê tevgerê ev yek pêk anî. Ev destkevit e qet weke berê lê nahê; ji ber ku ev serhildanekî fikrî û civakî bû ku li dijî, hikumetekî herî dijî jin a cîhanê serhilda.

Spas bo Evîn Mistefazade.