Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê, piştgiriya xwe ji bo serhildana xelkê Îranê li dijî Komara Îslamî nîşan da û ragihand ku «rêjîma Îranê roj bi roj lawaztir dibe».
Tiramp ragihand ku berê Komara Îslamî dikarî teqê ji xelkê serhildayê yê Îranê bike û me dîtibû ku çawa teqe ji wan kirin û îhtimal heye ku nêzîkî 65 hezar nerazî hatibin kuştin, lê niha êdî ew hêz û şiyana nîne û nikare wek berê serhildana xelkê bi awayekî berfireh tepeser bike.
Serkomarê Amerîkayê herwisa ragihand ku hêzên rejîmê li dijî neraziyan çekên giran û qenase bi kar dianîn û ev tepeseriya hovane wek sedema sereke ya beşdariya berfireh a xelkê li ser şeqaman bû.
Tiramp tekez kir ku tenê pirsa demê ye, heta ku hikûmeta Îranê êdî nikaribe li hember serhildana berfirehtir xwe ragire.
Ev gotinên Tiramp di demekê de ne ku di heman demê de, Xulamhusên Muhsênî Ejeyî, Serokê dezgeha bi navê dadweriyê ya rejîmê, di çend rojên borî de bi eşkere gef xwaribû ku hêzên ewlehî û leşkerî di asta herî bilind a amadeyiyê de ne û di egera beşdarbûna her kesekê di her xwepêşandanekê de, dê bersiveke dijwar û tundtir ji berê bidin xelkê.
Herwisa, Ehmedriza Radan, Fermandeyê giştî yê Hêza Întizamî, û Husêyn Taîb, Serokê Basîcê, derheq nerazîbûnên ku ji ber krîzên jiyan û benzînê çêdibin nîgeraniya xwe nîşan dane û tekez li ser gavên pêşîgirtinê kirine.