Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê piştevanê bingehîn ê terorîzmê li cîhanê ye

10:09 - 23 Îlon 2026

Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê li civîna giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî de rêjîma Îranê bi piştevanê bingehîn ê terorîzmê li cîhanê de binav kir û ragihand ku ev rêjîm li dehikên derbasbûyî de bûye sedema canjidestdana xelkê û li hewla bidestveanîna çeka navkî dide û bernameya xwe ya mûşekên balistîkî berdewam dike.

Donald Tiramp da zanîn ku rêjîma Îranê îsal zêdetir ji 72 hezar kes ji xelkê Îranê kuştiye û ev mijûlê hilsengandina vê bijardeyê ye ku gelo digel Îranê lihevkirinê bike, an rêjîmê biherifîne û sernixûn bike.

Serkomarê Amerîkayê tevî îşarekirin bi teweroma %300 li Îranê, rêjîma Îranê bi lawaz û belalêdayî binav kir û daxwaz ji hemû walatên cîhanê kir li dorpêça aborî bo ser rêjîma Îranê de beşdar bin.

Donald Tiramp ragihand ku Artêşa Amerîkayê 159 gemiyên Îranê jinav birine û bi hevkariya hêza Deryayiya Amerîkayê rojane bi milyonan bermîl neft ji tengava Hormoz re derbas bûye û rêjîma Îranê nekariye pêşya ticaretê li kendavê de bigre û astengiyan çêbike.

Li derheq pirûpagenda rêjîma Îranê li derheq kêmbûna çek û cebirxana Amerîka de, Tiram got: Bila her kes bizane ku embar û kogehên Amerîka tejî çek û mûşek û bombin û her niha dehan karxane mijûlê berhem anîna çek û mûşekên herî pêşkeftî ne.