C.D Vans, Cihgirê Serkomarê Amerîkayê, ragihand ku Amerîka sê navendên girîng yên navikî ên Îranê jinavbirine û niha li pey rêgirtina ji nû ve vejandina bernameya navikî ya Tehranê ye.
C.D Vans di hevpeyvînekê de digel tora «Newsmax» de ragihand: Amerîka bi êrîşeke taktîkî ya bêhempa, navendên navikî û bi taybetî sê saziyên navikî yên Îranê jinav birine; niha divê em rêjîma Îranê xatircem bikin ku ew nikarin bernameya navikî ya xwe ji nû ve ava bikin.
Vans di berdewamiya gotinên xwe de got ku niha Tiramp dixwaze piştrast bibe ku Komara Îslamî çavkanî û binsaziya hewce ji bo nûjenkirina bernameya navikê li ber dest de nîne û êdî nikare çekên navikî çêbike.
Ev gotinane çend heftî piştî sepandina cezayên nû yên aborî yên Amerîkayê li ser Komara Îslamî tên, ku Amerîka di çarçoveya proseya «Gûşegîriya aborî» de hewl dide welatên din yên cîhanê jî beşdarî givaşa zêdetir li ser Komara Îslamî bike.
Vans di heman hevpeyvînê de hewldanên Îranê ji bo afirandina metirsiyê ji bo hatin çûna deryayî ya navneteweyî wekî yek ji sedemên bilindbûna nirxên wizeyan li cîhanê binav kir.