Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destpêka Sala Nû ya Xwendinê li Îranê: Qeyran, Hejjarî û Zextên Ewlehiyê

12:58 - 23 Îlon 2026

Digel destpêkirina sala nû ya xwendinê li Îranê, sîstema perwerdeyê rûbirûyê qeyraneke kûr a abûrî û ewlehiyê ye. Li gorî amarên fermî û raporsên saziyên mafên mirovan, rewşa xirab a abûrî û hejariya giran, bûn sedem ku zêdetirî 900 hezar zarok ji ber hejjarî û nexwendinê ji dibistanê bêpar bimînin. Herwisa, zêdetirî 1.5 milyon xwendikaran jî neçar mane ku di nîvê rê de dest ji xwendinê berdin û berê xwe bidin karên giran.

Li aliyê din, kêmasiya zêdetirî 100 hezar mamosteyan asta perwerdeyê rasterast kêm kiriye. Li şûna çareserkirina van pirsgirêkan, saziyên ewlehiyê û desteyên cezayî yên Wezareta Perwerdeyê zextên xwe li ser mamoste û xwendikaran zêde kirine. Di salekê de zêdetirî 78 mamoste hatine girtin û gelek ji wan ji kar hatine derxistin, cezakirin yan jî ji xwendinê hatine dûrxistin. Encamên van qeyranan nîşan didin ku dibistan li Îranê ji cihê fêrbûnê veguhastine qada zext û qeyranên rojane.

Her li derheq wan pirskirêkên ser rêka perwerdê Yeketiya Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistanê raporta xwe ya salane belav kir. Li gorî raportê, di navbera payîza 2025an  heta payîza 2026an de, herî kêm 315 zarokên bin 18 saliyê (30 keç û 285 kur) û 59 mamoste ji aliyê hêzên dewletê ve hatine girtin. Ji van, 88 zarok kurd in, dadgehan cezayê girtîgehê li ser 8 zarok û 16 mamosteyan biriye.

Yeketiya Pîşeyî ya Mamosteyan bal kişand ser rewşa giran a abûrî, bihabûna lêçûnên xwendinê û zextên ewlehiyê li ser dibistanan.