Digel nêzîkbûna demsala xwendinê li Îranê de, bilindbûneke berçav a nirxa hewcehiyên xwendevanan, givaşeke dijwar a aboriyê xistiye ser malbatan û kirîna alavên destpêkî bo xwendevanan xistiye nav astengiyan.
Pêka amarên belavbûyî, xercê kirîna hewcehiyên her xwendevanek bi berhevdanîn digel sala derbasbûyî, çend qat bilind bûye, bi awayek ku nirxa 12 defterên 100 rûpelî, ji 350 hezar Tumenî ve bûye milyonek û 500 hezar Tumen.
Herwisa pênûsên rengî ji 400 hezar Tumenî ve gihîştiye milyonek û 500 hezar Tumenî, nirxa çenteyê xwendingehê heta 4 milyon Tumenî bilind bûye û destek kincên xwendevanan 3 milyon Tumenan derbas bûye.
Vê pêkê, hewcehiya xwendevanekî dibistanî bo çona xwendingehê, ser hev, herî kêm 15 milyon Tumen xerc heye.
Ev pêla bilindbûna nirxan bi tenê alavên hawirdekirî li xwe nagire, belku bi sedema bilindbûna berdewam a nirxa Dolar û bilindbûna nirxa madên destpêkî, nirxa berhemên navxweyî jî bilind kiriye.
Vê kirîzê, şiyana kirîna hewcehiyan ji malbatan standiye û neçer bûne rû bi alavên kevin ên salên pêştir bikin an dest ji kirîna hewcehiyên destpêkî berdin, bi awayekê ku destpêka sala nû ya xwendinê li demsaleke xweşiyê de bûye xem û tirsa malî.