Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê ragihand ku berpirsên Amerîka û heyeta rêjîma Îranê 3 demjimêran li Niyo Yorkê de danûstandin kirine û “Stîv Vîtkaf û Cirad Koşnêr” danûstandinên baş digel heyeta rêjîma Îranê hebûne.
Herwisa Donald Tiramp rahihand ku li paşerojeke gelek nêzîk de dê kombûneke din jî digel rêjîma Îranê hebe.
Serkomarê Amerîkayê tekez kir ku paşmaweyên rêjîma Îranê dixwazin digel me gotûbêjan bikin û digel me danûstandin kirine û heta îro gotûbêj hebûne, lê em bi ti awayek nikarin derfetê bidne rêjîma Îranê ku bikare çeka navkî bi dest ve bîne û rêjîma Îranê jî vê yekê baş dizane.