Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kaya Kalas nerizayetiya xwe li hember bidarvekinan li Îranê da xuya

13:03 - 23 Îlon 2026

“Kaya Kalas”, Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê li hevdîtin digel Ebas Îraqçî, wezîrê derve yê rêjîma Îranê de tevî îşarekirin bi hewcehiya garantîkirina azadiya deryayî tekez kir û nerizayetiya xwe li hember tepeserkirina xelkê li Îranê daye zanîn.

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê li rota civakiya “X” de belav kir ku li gotûbêja xwe digel Ebas Îraqçî de li derheq ewlehiya deryayî axivî ye û tekez kiriye ku çi li tengava Hormoz û çi li tengava Babûlmendeb de dibe gemîranî azad û bê merc be.

Herwisa Kaya kalas li vê peyama xwe de daye zanîn ku li vê hevdîtinê de li ser tepeserkariyên rêjîmê li navxweyî Îranê yên wek zêdebûna rêjeya sepandina sizaya bidarvekirinê, axivî ne.

Saziya Lêborîna Navnetewî daye zanîn, ji destpêka êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo ser rêjîma Îranê zêdetir ji 41 kes bi tohmetên siyasî bi dadgehîkirinên bi tevav nedadperwerane de hatine bidarvekirin.