Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî li sînorê Newsûdê ji aliyê hêzên rêjîêmê ve hate kuştin

13:18 - 23 Îlon 2026

Îro roja Çarşemî 23ê Îlonê, hêzên hov ên henga sînoriya rêjîmê li sînorê Newsûdê teqe li komek ji kolberan kirin ku li encama vê teqeya rasterast de, kolberek bi navê Mihemedsidîq Ewlî, xelkê gundê Encîrbusê ser bi bajarê Selasa Bawecanî, hatiye kuştin.

Pêka vê raporê hêzên hov ên henga sînoriya rêjîmê li bajarê Newsûdê bi çekên şer teqe li wan kolberan kirine.

Li vê raporê de hatiye ku Mihemedsidîq Ewlî bavê 2 zarokên biçûk e.

Pêka raporan li parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşanê de li sala 1404 a Rojî, zêdetir ji 26 kolber hatine kuştine û zêdetir ji 31 kolber jî hatine birîndarkirin ku %77 a wan bi teqeya rasterast a hêzên hov ên rêjîmê bûye.